Wê li parlamenê vegera Pêsmerge bo deverên Kurdistanî bê gotûbêjkirin
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku îro Yekşemê li Parlamena Kurdistanê li ser êrîşên ser herêmên derveyî îdareya Kurdistanê civînek tê lidarxistin. Hat zanîn ku wê di civînê vegera hêzên Pêşmerge bo deverên Kurdistanî di civînê bê gotûbêjkirin.
Hat zanîn ku lîjneya herêmên Kurdistanî yên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê û Lîjneya Pêşmerge li Parlemantoya Kurdistanê wê bicivin.
Seroka Lîjneya herêmên Kurdistanî yên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê Ciwan Yûnis Rojbeyanî ragihand, piştî êrîşên terorîstên DAIŞê li ser xelkê herêmê û rewşa nelibar lîjneya Pêşmerge jî pêşniyaza civînê kir. Herwiha xelkê herêmê jî daxwaza vegera Pêşmerger dikin.
Rojbeyanî da zanîn ku wê di civînê de vegera Pêşmerge bo herêmên Kurdistanî yên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê wê were gotûbêjkirin û ew ê her du lîjne raporên xwe pêşkêşî seroktiya Parlementoyê Kurdistanê bikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin