Pêsmerge û Artêsa Iraqê ji bo 4 baregehên hevbes li deverên Kurdistanî li hev kir
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku di navbera hêzên Pêşmerge û Artêşa Iraqê de, ji bo nehiştina valahiya ewlehiyê li deverên Kurdistanê rêkeftin hatiye kirin ku li Kerkuk, Xaneqîn, Mexmûr û Nînowayê baregehên hevbeş wê bên avakirin.
Berpirsê Dezgeha Rewşenbîrî li Wezareta Pêşmerge ya Herêma Kurdistanê Emîd Osman, ragihand ku ew ji bo di demeke nêzîk de, li Kerkuk, Xaneqîn, Mexmûr û Nînowayê baregehên hevbeş bên avakirin ligel artêşa Iraqê rêkeftine.
Osman diyar kir ku tenê ji bo biryar bikeve pratîkê li bendê ne mekanîzmeyek bê avakirin ku piştî danîna baregehên hevbeş wê operasyonên hevbeş li wan herêman bên kirin.
Emîd Osman ev gava hatiye avêtin wekî gava yekem a hevbeş da zanîn û got, “Di gava duyem de jî wê li cihên hatine diyarkirin, hêzên Pêşmerge û Iraqê bên bicihkirin. Piştre jî wê li herêmên metirsî heye operasyonên hevbeş bêne kirin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin