Demîrtas bersiva kanaleke Tirkiyê da: Hinek kes hene dixwazin min bi tenê bihêlin

22 October 2022 12:29 0 dîtin
Demîrtas bersiva kanaleke Tirkiyê da: Hinek kes hene dixwazin min bi tenê bihêlin

PeyamaKurd Hevserokê berê yê HDPê Selahattîn Demîrtaş bersiva kanaleke Tirkiyê da û got: “Hinek kes hene dixwazin min bi tenê bihêlin, jixwe ji ber vê di zindanê de dîl têm girtin.”

Selahattîn Demîrtaş di bersiva pirsa fox tv ya Tirkiyê de axivî û destnîşan kir: “Hinek kes hene dixwazin min bi tenê bihêlin, jixwe ji ber vê di zindanê de dîl têm girtin. Lê belê li vê derê rojekê jî weke zindanî nebûme. Weke ku li derve me, berdewam dixebitim, ew qasê serqal im.”

Herwiha Demîrtaş eşkere dike ku sedema vê yekê ew e, bi girseyekê ve tekoşîna siyasî bi rê ve dibe û wiha didomîne: “Li hember kesên ku dixwazin min bi tenê bihêlin, bi gelê me re, me her tim bersiv daye. Ji ber vê jî bi dilniyayî dikarim bibêjim ku ez ne tenê me.”

Hêjayî bibîrxistinê ye, parlamenterê berê yê AKPê yê Mêrdînê û endamê rêveberiya desteya rêveber ê AK Partiyê Orhan Mîroglu destnîşan kiribû: “PKKê biryar li ser Selahattin Demirtaş daye û vegera vê biryarê nîne. PKKê got, Demirtaş tu ‘minafiq î’, tu ne tiştek î.”