Demirtas pistgirî da kampanyaya hilbijartina dersa kurdî: ‘Kurmancî hilbijêrin, Kirmanckî biweçînê!'

31 January 2022 15:28 0 dîtin
Demirtas pistgirî da kampanyaya hilbijartina dersa kurdî: ‘Kurmancî hilbijêrin, Kirmanckî biweçînê!'

PeyamaKurd - Hevserokê Berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattîn Demîrtaş ji girtîgeha Edirneyê bi rêya twitterê ji bo hilbijartina dersa kurdî li dibistanan peyamek belav kir.

Demirtaş li ser hesabê xwe yê Twitterê got: “Merheba ciwanên hêja. Wekî hûn dizanin dema hilbijartina dersên bijarte heta 7ê Sibatê hatiye dirêjkirin. Ji kerema xwe li dibistanan zimanê xwe yê dayikê hilbijêrin.”

Demirtaş herwiha ev bang jî kir û got: ‘Kurmancî hilbijêrin. Kirmanckî (Zazakî) biweçînê.’