Demirtasê fêrî Kurdî bû nameya xwe ya ewil nivîsand

06 December 2023 10:45 0 dîtin
Demirtasê fêrî Kurdî bû nameya xwe ya ewil nivîsand

PeyamaKurd – Hevserokê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattin Demirtaş, nameyek ji Hevserokê PENa Kurd Omer Fîdan re şand û ji hemû nivîskarên Kurd re silav kir. Hevserokê PEN'a Kurd Omer Fîdan bi boneya "15'ê Mijdarê Roja Nivîskarên Girtî" li ser navê nivîskarên Kurd kartpostalek ji Demîrtaş re şand.

Demirtaşê ku ji Girtîgeha Girtî ya Edîrneyê bersiv şand, name bi Kurdî nivîsand. Demirtaş di nameya xwe ya bi zaravayê Kurmancî de wiha nivîsî:

“Ezîz Omer Fidan; Di serî de silavên xwe yên germ dişînim. Ez hêvî dikim ku hûn hemî baş in. Ew qerta te ya şandî min girt, ez gelek kêfxweş bûm. Sipas dikim. Em jî li vê derê baş in. Xebat û têkoşîna xwe em roj bi roj xurtir dibe. Ez li şexsê te de, hemû nivîskarên PENa Kurd silav dikim û serkeftin dixwazim. Bi hêviya hevdîtina rojên azad. Hûn hemû li xwe baş binerin û silavên me li hemû dost û rêhevalan bike.”

Demîrtaş ku beriya biçe girtîgehê nikarîbû bi Kurdî binivîsanda, di hevpeyvîneke xwe de got, ew li girtîgehê rêzimana Kurdî fêr dibe.

Demirtaş piştî fêrbûna Kurdî, nameya xwe ya yekem ji PENa Kurd re şand.

Demirtaş piştî fêrbûna Kurdî, nameya xwe ya yekem ji PENa Kurd re şand.