Talebanî: 'Nasnameya Kurdî ya Kerkûkê nayê wateya ku em neteweyên din qebûl nakin'

04 December 2022 15:54 0 dîtin
Talebanî: 'Nasnameya Kurdî ya Kerkûkê nayê wateya ku em neteweyên din qebûl nakin'

PeyamaKurd - Alîkarê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê bo Karûbarên Madeya 140 û serokê berê yê Encûmena Parêzgeha Kerkûkê Rêbiwar Talebanî, li ser redkirina bicihanîna madeya 140 ji aliyê hin derdoran ve got, çend aliyên siyasî yên Kerkûkê ji ber hegemonyaya derve, dixwazin madeya 140 neyê bicihkirin û diyar kir, “Madeya 140 ziyanê nagihîne ti netewe û pêkhateyan, lê pêkvejiyanê diparêze û mafên wan jî vedigerîne.”

Derbarê redkirina aktîfkirina Komîteya Madeya 140 ji aliyê hin partiyên Tirkmenî ve, Rêbiwar Talebanî ji K24ê re gotiye: “Ewên bicihkirina vê madeyê red dikin, çend aliyên siyasî yên ku bi ajandayeke siyasî ya derve kar dikin in û ti endametiya wan bo Iraqê nîne.”

Talebanî da zanîn: “Nasnameya Kurdî ya Kerkûkê nayê wê wateyê ku em neteweyên din qebûl nakin, lê belê, ev herêm herêmeke Kurdistanî ye û hikûmetên berê ên Iraqê di 100 salên borî de demografiya Kerkûkê guherandine.”

Herwiha diyar kir: "Em daxwaza rewşa Kerkûkê bê asayîkirin û serjimêrî li Kerkûkê bê kirin, bi referandumê çarenivîsa Kerkûkê bê diyarkirin, ku di madeya 140 de di sê qonaxan de diyar kiriye.”

Hêjayî gotinê ye, bicihkirina madeya 140, yek ji daxwazên sereke yên Herêma Kurdistanê ye ji bo rêkeftina ligel aliyên Iraqî, piştî pêkanîna kabîneya nû ya hikûmeta Iraqê û biryar hatiye dayîn ku Komîteya Bicihanîna Madeya 140 ji nû ve were çalakkirin.

Wezîrê Dadê yê Iraqê Xalid Şiwanî jî beriya niha gotibû, Komîteya Bilind a Cîbicîkirina Madeya 140 ji aliyê serokwezîr ve ji nû ve hatiye avakirin ku di sala 2014an de hatibû astengkirin. Divê komîte di nava 10 rojan de bicive û bûdçeyeke texmînkirî ji bo qerebûkirina kesên ku di madeya 140ê de zirar dîtine amade bike û pêşkêşî Encûmena Wezîran bike, da ku di bûdçeya giştî de cih bigire.