Li Kerkûkê xizmeta taxên kurdî nayê kirin

10 June 2019 10:27 0 dîtin
Li Kerkûkê xizmeta taxên kurdî nayê kirin

PeyamaKurd - Li parêzgeha Kerkûkê li taxên ku piştî sala 2003yan ve hatin avakirin xizmetên binesaziyên nayên kirin. Kurdên ku ji aliyên rejîma Beisê ve ji Kerkûkê hatibûn dûrxistin piştî 2003yan car din vegeriyabûn Kerkûkê.

Bi fermana cîgirê parêzgarê Kerkûkê Rakan Cibûrî, xizmetên binesaziyê nadin taxên Kerkûkê yên wekî Penca Ali, Kurdistan, Derwaze, Barutxane û çendîn deverên din. Li van taxên ku piraniya şêniyên wan kurd di projeyasaya sala 2019an de cî negirtin.

Cîgirê parêzgarê Kerkûk herweha ji bo xerckirina mûçeya petro-dolarî jî têra xwe îmze berhev nekirin. Li Meclisê pêwistî bi 15 îmzeya hebû lê Rakan Cibûrî bi tenê 8 îmze berhev kirin.