Deriyê navbera Bakur û Basûr hat girtin
PeyamaKurd – Hate ragihandin ku deriyê sînorî yê Zêt (Rûbarok) ê Colemêrga Bakurê Kurdistanê yê navbera devera Soran a Başûrê Kurdistanê bi awayekî demkî tê daxistin.
Deriyê Navnetewî yê sînorê Zêt daxuyaniyek belav kir û ragihand: “Hemû hemwelatiyan agahdar dikin ku li gor agahdarkirina berpirsên Rûbarokê ya ji ber çêkirina rêya navbera qeza Rûbarok heta digihe sînorê Zêt ê aliyê Tirkiyê, deriyê sînor ê navnetewî yê Zêt roja Pêncşemê (15.08.2024) tê daxistin û hemû cure çûnûhatin û tevgera geştiyarî û bazirganî li wî sînorî tê ragirtin.’’
Di daxuyaniyê de hatiye gotin, roja 16.08.2024ê derî dubare tê vekirin û çûnûhatin dîsa asayî dibe.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin