Deriyê sînor yê di navbera Rojavayê Kurdistanê û Bakurê Kurdistanê de vebû
PeyamaKurd – Deriyê sînor yê di navbera navçeya Serê Kaniyê ya Rojavayê Kurdistanê û parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê de ji otomobîlên bazirganî re vebû.
Li gor Parêzgariya Rihayê di daxuyaniyekê de ragihand ku Deriyê Gumrukê yê Serê Kaniyê di navbera Bakurê Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê de ji otomobîlên bazirganî re vebû.
Li gor daxuyaniyê, deriyê sînorî yê bi navê “Deriyê Gumrukê yê Serê Kaniyê” di çarçoveya Plana Çalakiyên Serokomariya Tirkiyê de hate avakirin û Waliyê Rihayê Abdullah Eren bixwe mijûlê çêkirina derî bûye.
Abdullah Eren anî ziman ku Deriyê Gumrukê yê Serê Kaniyê ji bo herêmê girîngiyeke xwe ya mezin heye û dê di warê aborî de sûdeke baş bide herêmê.
Eren got: “Ev der ji bo Serê Kaniyê nefesekê bistîne derfeteke gelek baş e. Bi vekirina derî re derfetên kar dê zêde bibin, di warî bazirganî de pêşketin dê çêbin û aborî geş dibe. Bi saya vê yekê hem aliyê Tirkiyê û hem aliyê din dê sûdeke gelek baş werbigrin.”
Serê Kaniyê dikeve ser sînorê Rojavayê Kurdistanê û Bakurê Kurdistanê ku 90 kîlometreyan ji Qamişlo dûr e.
Bajarê Serê Kaniyê tevî bajarê Girê Spî û bi dehan gundên ser bi wan bajaran ve, piştî êrîşa Tirkiyê ya li ser Rojavayê Kurdistanê di Cotmeha 2019 de, ketine bin kontrola hêzên artêşa Tirkiyê û komên çekdarên Sûrî yên girêdayî Enqerê.
Pêştir ew navçe di jêr desthilata Rêveberiya Xweser û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de bûn û bi şer ji kontrola DAIŞê hatibû rigzarkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin