Deriyê Pêsabûr-Sêmalka yê di navbera Rojava û Basûrê Kurdistanê de hat girtin
PeyamaKurd – Rêveberiya Deriyê Pêşabûrê ya li Başûrê Kurdistanê, deriyê Pêşabûr-Sêmalka yê di navbera Rojava û Başûrê Kurdistanê de, girt.
Rêveberê Peywendiyên li Rêveberiya Deriyê Sêmalka Baz Ehmed diyar kiriye: "Biryara girtina deriyê sînorî yê Sêmalka, ji aliyê rêveberiya deriyê Pêşabûrê ya li Başûrê Kurdistanê ve hatiye dayîn" û wan li aliyê Rojavayê Kurdistanê, tu biryarek ji bo girtina derî nedaye.
Rêveberê Deriyê Sînorî yê Pêşabûrê Şewket Berbuharî daye zanîn: "Girtina derî ji bo çend rojan ji ber sedemên teknîkî ye, ji ber ku ew sîstema elektronî diguherînin."
Deriyê Sêmalak-Pêşabûr, her sê rojên Yekşem, Sêşem û Pêncşemê, li pêş haletên nexweşiyê, haletên hevjîniyê û rêxistinên navdewletî û medyakaran vekirîbû.
Diyarkirina wan hersê rojan ji bo çûnûhatina di navbera Rojava û Başûrê Kurdistanê de piştî wê yekê hat, ku di sala 2020an de ji ber pandemiya Koronayê, ew derî bo demeke dirêj hatibû girtin.
Deriyê Pêşabûr-Sêmalka deriyê herî sereke yê di navbera Rojava û Başûrê Kurdistanê de ye, ku ji bilî serdanên asayî û yên nexweşan, tevgera bazirganî jî lê tê kirin û dikeve sêgoşeya sînorî ya navbera Rojava, Başûr û Bakurê Kurdistanê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin