Deriyê navbera Rojava û Basûr yê Sêmalka rojên Sêseman vedibe
PeyamaKurd – Piştî ku bi sedema tevdîrên bo rêgiriya belavbûna vîrusa koronayê deriyê Sêmalka yê navbera Başûr û Rojavayê Kurdistanê bi biryara Rêveberiya Xweser hat girtin, bi biryareke nû hat ragihandin ku dê derî tenê rojên Sêşeman vekirî be.
Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand wê dergehê Sêmalkayê tenê roja Sêşemê were vekirin ew jî ji bona rêxistinên mirovî û rewşên tenduristî ye.
Di heman demê de rêveberiya dergeha Sêmalkayê da zanîn ku mohleta kesên ji Başûrê kurdistanê hatine Rojavayê Kurdistanê, divê Şemiyê û Yekşemê vegerin nava xaka wî welatî.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin