Deriyê Sêmalka car din ji bo çûnûhatina welatiyan vedibe
PeyamaKurd - Rêveberiya Xweser car din deriyê sînorî Sêmalka li pêş xelkê Rojavayên Kurdistanê yên serdana Herêma Kurdistanê kirine vedike.
Rêveberiya Deriyê Sêmalka ragihand ku kesên ku bi mebesta nexweşî û haletên mirovî serdana Herêma Kurdistanê kiribûn, dikarin ji sibe 7ê Hezîranê ve di Sêmalka re vegerin Rojavayê Kurdistanê.
Deriyê sînorî yê li aliyê Rojavayê Kurdistanê navê wê “Sêmalka” ye û li Başûrê Kurdistanê “Pêşxabûr” e, Rêveberiya Xweser di çarçoveya rêgirtina li belavbûna virusa koronayê, di Adarê borî de ew derî girtibû.
Hefteya borî jî Rêveberiya Deriyê Sêmalka rê li ber welatiyên li Herêma Kurdistanê asê mebûn vekir, lê ji ber zêdebûna hejmara pêketina bi vîrusa koronayê li Herêma Kurdistanê, car din derî girtibû.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin