Rêveberiya deriyê Sêmalka çûnûhatina bi Basûr re rawestand
PeyamaKurd - Rêveberiya Deriyê Sêmalka yê di navbera Rojava û Başûrê Kurdistanê de, bi daxuyaniyekê ragihand ku wan xebatên têkiliyan ango çûnûhatina bi herêma Kurdistanê re rawestandiye.
Di daxuyaniyê de wiha hatiye gotin: "Ji ber qedexeya li tevahî herêma Başûrê Kurdistanê, ji sibe 2/6/2020an heta 6/6/2020an, xebata têkiliyan li deriyê Sêmalkayê disekine."
Wezareta Navxwe ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, piştî zêdebûna haletên vîrusa koronayê di van rojên dawî de, ji îşev pê de, heta 6 rojan qedexe ragihand û çûnûhatina derveyî Herêma Kurdistanê jî heta maweya qedexeyê hat rawestandin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin