Ji Rêveberiya Deriyê Sêmalka daxuyanî: Yên xwedî pasaportên Iraqê dikarin vegerin Basûr

03 August 2020 17:07 0 dîtin
Ji Rêveberiya Deriyê Sêmalka daxuyanî: Yên xwedî pasaportên Iraqê dikarin vegerin Basûr

PeyamaKurd - Rêveberiya deriyê sînorî Sêmalka / Pêşabûr yê navbera Rojava û Başûrê Kurdistanê,  ragihand ku kesên pasaportên Iraqê ango yên Herêma Kurdistanê bi wan re hene dikarin derbasî Başûr bibin.

Di giştînameya Rêveberiya Dergeha Sêmalka de hat diyarkirin, ji bo çûnûhatinê rojên çarşem, sêşem û pêncşemê ya hefteya pêşiya me hatine diyarkirin.

Rêveberiyê da xuyakirin, roja sêşema bê (04.08.2020) ji bo kesên pasaportên Iraqê (Dihok) bi wan re hene, dikarin derbasî Başûrê Kurdistanê bibin. Roja çarşemê jî ji bo kesên pasportên Iraqê (Hewlêr-Silêmaniyê) bi wan re hene, dikarin derbas bibin û pêncşemê jî kesên ku xwedî pasaportên Iraqê (Dihok) dikarin derbas bibin.

Rêveberiyê bal kişand ser ku dê 250 kes ji bo rojên sêşem û pêncşemê derbasî Dihokê dibin.

Rêveberiyê 28ê Tîrmeha borî giştînameyek derbarê kesên pasaportên iraqî bi wan re hene, derxistibû ku tenê kesên li Hewlêr û Silêmaniyê rûdinin, dikaribûn vegerin.