Ji Rêveberiya Deriyê Sêmalka daxuyanî: Derbasbûna Basûr îro dest pê dike

23 August 2020 09:56 0 dîtin
Ji Rêveberiya Deriyê Sêmalka daxuyanî: Derbasbûna Basûr îro dest pê dike

PeyamaKurd - Rêveberiya deriyê Sêmalka yên navbera Rojava û Başûrê Kurdistanê ragihand, kesên belgeya wan a mayînê li Iraq û Ewropayê heye û niha li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ne, dikarin ji îro Yekşemê pê de derbasî Başûrê Kurdistanê bibin.

Di daxuyaniya ku doh hatiye dayîn de tê gotin; "Ji sibê (îro Yekşemê) pê de kesên ku belgeya wan a mayînê Iraqê heye dikarin derbasî Başûrê Kurdistanê (Silêmaniyê, Duhok, Hewlêr) bibin.

Rêveberiyê daya zanîn ku rojane tenê 100 kesên ku li Duhokê bi cih dibin û welatiyên li Ewropayê dimînin, dikarin derbas bibin.

Ji ber belavbûna koronayê ji 4ê Tebaxê ve çûnûhatina welatiyan a derîyê Sêmalka-Pêşabûr hatibû raswestandin.