Dersên Kurdî yên online li benda we ye
PeyamaKurd - Konfederasyona Revenda Kurdistanî, ji bo kesên li derveyî welêt in û dixwazin Kurdî hîn bibin kursa online vedike.
Wê di çarçoveya vê kursê de kesên ku dixwazin hînî Kurmancî û Soranî bibin dikaribin ji vê derfetê sûd wergirin.
Dersên ku wek online têne dayîn belaş in û kesên bi domdarî beşdar dibin wê dikaribin piştî 6 salan bawernameyên xwe werbigirin.
Ev sê sal in ku kurs didome û heta niha 380 xwendekar hînî zimanê nivîsînê yê Soranî û 370 xwendekar jî hînî Kurmancî bûne.
Kurs bi awayê online, li ser Zoomê û rojên yekşemê têne dayîn.
Hevkariya Herêma Kurdistanê
Konfederasyona Revenda Kurdistanî, ev kurs bi hevkariya Hikûmeta Herêma Kurdistanê vekiriye.
Bernameya kursa Kurdî ya xwendinê li gorî bernameya perwerdeyê ya Herêma Kurdistanê hatiye amadekirin.
Xwendekar şeş salan dixwînin û paşê Wezareta Perwerdeyê ya Herêma Kurdistanê bawernameyê dide wan.
Ji ber kêmbûna xwendekaran sala yekem hat dubarekirin, niha xwendekar dersên pola duyem a seretayî dibînin.
Kesên bixwazin dikarin bi rêya van lînkan agahiyên pêwîst hîn bibin û beşdarî kursên Kurdî bibin:
Ji bo Kurmancî: https://kurdishdc.org/bi-kurdi-dxinim/
Ji bo Soranî: https://kurdishdc.org/ku/bakurdi-daxwenm/

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin