Zanîngeha Arîzona ya Amerîka bi awayê online dersên Kurdî dide
PeyamaKurd – Zanîngeha Arîzona ya Amerîkayê bi awayekî online vê havînê wê dersên Kurdî bide.
Navenda Lêkolînên Zimanan û Rojhilata Navîn a Zanîngeha Arîzona ya Amerîkayê, wê di heyama werza havînê de bi awayekî online dersên Kurdî-Kurmancî bide.
Li ser malpera zanîngehê hatiye ragihandin ku waneya fêrkirina Kurmancî bi beşdariya 12 kesan sînorkirî ye û wê ders ji 18ê Gulanê heta 3yê Tîrmehê rojên Pêncşeman ji demjimêr 14:00 heta 16:00 ji aliyê Mutlu Çîvîroglu ve bê dayîn.
Mutlu Çîvîroglu kurdekî ji Bakurê Kurdistanê ye, ev demeke dirêj e li Washingtonê dijî ku di heman demê de rojnamevanekî Dengê Amerîka beşa Kurdî ye.
Kesên dixwazin beşdariya dersên kurmancî bikin, dikarin ji vê girêdanê bikevin malpera zanîngehê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin