Ensarioglu banga dersên hilbijartî yên bi Kurdî kir

06 February 2024 12:27 0 dîtin
Ensarioglu banga dersên hilbijartî yên bi Kurdî kir

PeyamaKurd –  Pêvajoya dersên hilbijartî yên Kurdî destpê kir. Wekîlê Serbixwe yê Stenbolê Salim Ensarioglu banga dersa Kurdî li malbatên Kurd kir.

Serîlêdana dersên hilbijartî yên ku wê di sala perwerdehiya 2024-2025an de li Tirkiyeyê di dersên bijarte de bên dayîn, di 30ê Kanûnê de destpê kir. Serlêdanên ji bo zaravayên Kurmancî û Zazakî yên Kurdî wê heta 12ê Sibatê berdewam bikin.

Ensarioglu li ser hesabê xwe yê medyaya civakî bang li malbatan kir û wiha got: “Li dibistanên me ji îro pê ve dewreya duyemîn destpê kir. Bi vê minasebetê ji hemû zarok, malbat û mamosteyên me re serdemeke xweş û serkeftî dixwazim. Xwedê aqilê we zelal bike. Mafê zarokên me yên polên 5-6-7-8an heye ku dersên hilbijartî yên Kurdî û Zazakî (Kurmancî û Zazakî) hilbijêrin. Pêvajoya hilbijartina dersa hilbijartî ya sala Perwerdehiyê ya 2023-2024an destpê kir. Roja dawî ya tercîhan 12ê Sibata 2024an e. Ez ji gelê me daxwaz dikim ku zarokên wan dersên bijarte yên Zazakî û Kurdî hilbijêrin. Bila zimanê xwe bêpar nehêlin. Werin em nehêlin zimanê me wenda bibe û zarokên xwe ji van dersan bêpar nehêlin. Wendakirina ziman windakirina nasnameya neteweyekê ye. Werin em bi zarokên xwe re pêşiya vê windabûnê bigirin.