Wan | Bi nivîsên bilboardan banga hilbijartina dersên Kurdî kirin

19 January 2021 17:44 0 dîtin
Wan | Bi nivîsên bilboardan banga hilbijartina dersên Kurdî kirin

PeyamaKurd – Weşanxaneyên Peywend, Lorya û pirtûkfiroşa Kitaba Kurdî li bajarê Wanê yê Bakurê Kurdistanê bi nivîsên reklamê yê bilboardan, piştgirî dan kampanyaya hilbijartina dersên kurdî li dibistanan ku ev demeke hatiye destpêkirin..

Li ser afîşên bilboardên Peywend, Lorya û Kitaba Kurdî ku li kolanên Wanê hatine danîn nivîsa; “ji bo pêşeroja xwe em zimanê zikmakî hildibijêrên” hatiye nivîsîn.

Herwiha ji xwendevanên Kurd ên dibistanan û malbatên wan tê xwestin ku dersa zimanê Kurdî hilbijêrin.

Li gorî bernameya perwerdehiya Tirkiyê xwendekarên dibistanan ji bo sala 2021-2022yan heta 22yê Çileyê  2020an dikarin dersên bijarte hilbijêrin ku di nav wan de ‘Kurmancî û Zazakî’ jî heye.