Serlêdanên dersên bijarte yên Kurdî heta 12ê Sibatê dikarin bên kirin
PeyamaKurd – Proseya hilbijartinê ya ji bo dersên hilbijartî yên ku di sala perwerdehiya 2024-2025an de li dibistanên amadeyî yên li Tirkiyeyê tên dayîn di 30ê Çileyê de destpê kir. Serlêdan ji bo dersên Kurmancî û Zazakî yên Kurdî heta 12ê Sibatê dikarin bên kirin.
Zaravayê Kurmancî û Zazakî yên Kurdî di nav dersên hilbijartî yên di çarçoveya dersa Ziman û Zaravayê Zindî ya li dibistanên navîn (5, 6, 7 û 8) yên Wezareta Perwerdeya Neteweyî ya Tirkiyê (MEB) de ne.
Li dibistanên amadeyî pêvajoya hilbijartinê ya dersên hilbijartî yên sala perwerdeyê ya 2024-2025an di 30ê Çileya 2024an de dest pê kir.
Li gor daxuyaniya Midûriyeta Giştî ya Perwerdehiya Bingehîn a Wezareta Perwerdehiya Neteweyî, dersa hilbijartî ya eleqedar heke herî kêm 10 xwendekar heman dersê hilbijêrin wê li dibistanan bê dayîn.
Di salên derbasbûyî de yek ji astengiyên li pêşiya dersên bijarte yên Kurdî nebûna hejmareke têra mamosteyan bû.
Li gorî daxuyaniya Wezaretê, di hilbijartina dersên ku li dibistanan di warê têkildar de mamoste têra wan tune be, wê ewil mamoste bi dayîna meaş/dersên zêde ji dibistanên din werin tayînkirin. Di rewşên ku ev yek ne mumkun be, ev qurs dikarin bi tayînkirina mamosteyek bi heqdest werin dayîn.
Daxwazên dersên bijarte yên Kurmancî û Zazakî yên ku di çarçoveya dersa Ziman û Zaravayê Zindî (polên 5, 6, 7 û 8) de tên dayîn, divê heta 12ê Sibata 2024an bi elektronîkî an jî bi nivîskî ji xwendekar û dêûbavên wan re bên şandin û divê di pergala e-dibistanê de bêne pêvajokirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin