Destûra derbasbûna kestiya ‘Alan Kurdî’ hat dayîn

04 August 2019 14:06 0 dîtin
Destûra derbasbûna kestiya ‘Alan Kurdî’ hat dayîn

PeyamaKurd – Serokwezîrê Maltayê Joseph Muscat got  ku wan destûr ketina Maltayê daye keştiya bi navê ‘Alan Kurdî’ ya rêxistina sivîl a Alman Sea Eyeyê ku li Behra Spî 40 koçber rizgar kiribûn.

Joseph Muscat li ser keştiya "Alan Kurdî" ku nava hefteyê li peravên Lîbyayê 40 koçberên bêdestûr rizgar kirin û Îtalyayê jî destûr neda derbasî herêma wê bibe peyamek li ser Twitterê weşand û got:

"Li ser daxwaza Almanyayê, Malta dê destûrê bide ku 40 koçberên di keştiya Alman 'Alan Kurdî' de derbasî bênderê bibin. Hikûmeta Alman û Komîsyona Yekîtiya Ewropayê (YE) biryar dan ku ew hemû kes di nava welatên endamên YEyê de bên belavkirin. Ti koçberek dê li Maltayê nemîne." 

Keştiya Alan Kurdî ya saziya Alman Sea Eyeyê di 31yê tîrmehê roja çarşemê 30 mîl li dûrî peravên Lîbyayê 3 jê zarok yek jê ducanî 2 jin, bi tevahî 40 koçber rizgar kiribûn. 

Keştiya Alman nebûna ewlehiyê neçûbû Bêndera Trablusê, li şûna wê berê xwe dabû Girava Lampedusa ya Îtalyayê. 

Cîgirê Serokwezîrê Îtalyayê û Wezîrê Navxwe Matteo Salvini biryara qedexekirina derbasbûna keştiya Alan Kurdî îmze kiribû û nehiştibûn nêzîkî Lampedusayê ya nava avên Îtalyayê bibe.