Destûra Îranê: Muhemmed Muxbîr postê Serokkomariyê werdigire

20 May 2024 10:21 0 dîtin
Destûra Îranê: Muhemmed Muxbîr postê Serokkomariyê werdigire

PeyamaKurd - Piştî hat ragihadin ku Serokomarê Îranê Îbrahîm Reîsî û şandeya pê re di bûyera ketina helîkopterê ya li bakurê rojavayê Îranê canê xwe ji dest dane, tê çaverêkirin ku Cîgirê Yekemîn ê Serokomar Muhemmed Muxbîr, postê serokomariyê werbigire.

Mihemed Moxbir kî ye?

Muhemmed Muxbîrê 68 salî, xwediyê du doktorayên yasayên navneteweyî û rêvebirinê ye. Moxbir, Serokatiya Komîteya Cîbicîkirina Fermana Îmam Xumeynî ku saziyeke hikûmetê ya ku taybet karên xêrxwaziyê dike kiriye û her wiha Rêveberê Cibicîkar û Cîgirê Serokê Kompanyaya Pêwendiyên Xozistanê ye.

Yekîtiya Ewropayê (YE) di 2010î de, ji ber bernameya mûşekan a Îranê, navê Muhemmed Muxbîrê jî xistibû lîsteya kesên hatine cezakirin. Moxbir her wiha di Çileya 2021an de jî, ketibû lîsteya cezagirên Gencîneya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA).

Di Tebaxa 2021ê de, Serokkomar Îbrahîm Rêîsî, Muhemmed Muxbîrê wek Cîgirê Yekem ê Serokomar destnîşan kiribû.

Destûra Îranê:

Li gorî madeya 113mîn a destûra a Komara Îslamî ya Îranê, Serokkomar piştî Rêberê Olî yê Bilind, postê herî bilind ê Îranê ye.

Di xala 113mîn a destûrê de jî tê gotin ku Serokkomar, ji pêkanîna destûrê berpirsyar e û serokatiya desteya cibicîkar a destûrê dike.

Herwiha di madeya 131an a destûrê de jî tê gotin ku di egera mirin, ne amadebûn an jî nexweşiya Serokkomarê Îranê de, Cîgirê Yekemîn ê Serokkomar bi erk û berpirsyariyên Serokkomar payedar dibe.

Her di xala 131 a destûrê de jî tê gotin ku ji bo pêkanîna rêkarên hilbijartina serokkomarê nû, divê di nav 50 rojan de komîteyek bê avakirin.