Îsraîlê ji Amerîka û Brîtanyayê destûra lêdana Îranê stand!
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku Îsraîlê ji bo lêdana Îranê wekî bersivdana êrîşa ser keştiya petrolê destûr ji Brîtanya û Amerîkayê wergirtiye.
Li gorî ragihandina rojnameya El Cerîde ya Qûweytê Îsraîl ji bo bersiva êrîşa roja Pêncşema borî ya ser keştiya xwe ya petrolê ku 2 kesan tê de can dabû bide, amadekariya bersivdana Îranê dike.
Rojnameyê diyar kiriye ku Îsraîlê danûstandin bi Amerîka û Brîtanyayê re kirine û ji wan destûr wergirtiye ku wekî bersivdan li bendergeh yan jî keştiyeke şer a Îranê bixe.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin