Dronên Amerîka, Îsraîlê û Brîtanyayê kirin pêsangehê

21 September 2019 17:27 0 dîtin
Dronên Amerîka, Îsraîlê û Brîtanyayê kirin pêsangehê

PeyamaKurd- Dewleta Îranê li payîtexta xwe li Tehranê bi sedema “hefte ya pîroz ya parastinê” de, balafirên bê mirov (drone) yên aîdê Amerîka, Îsraîl û Brîtanyayê ku di demên cuda de xistine û perçeyên Global Hakê ya ku di demek berê xistibûn, bi temamî bi qederê 10 heban xistin pêşengehê û bo bîneran danîn ber çavan. “Hefta Parastina Pîroz” bi sedema bîranîna şerê navbera Iraq û Îranê hefteyeka weha danîne û her sal pîroz dikin. Muzeyekî bi navê “muzeya parastina pîroz” ava kirine.

Fermandarê Parênvanên Şoreşê yê giştî Selamî di mijarê de got:

“Çendîn dijmin me tehdîd kir, em pêş ketin. Dema wan me tehdîd nekir, em paş de man.”

Di pêşangehê de sîstema batarya bi navê Hordad-3 ku pê balafiran xistine jî danîne pêşengehê. Huseyîn Selamî ragihand ku wan dronan û alavan bi teknolojiya xwe xistine û teknolojiya wan li pêş e. Selamî ragihand ku hêza xwe ya teknolojiyê bikaranîne, tenê piçek ji hêza wan e û piraniya teknolijiya wan bi diziye.