Dewriyeyên Rûs-Tirk rawestiyan, sandeke Rûsî serdana Tirkiyê dike
PeyamaKurd – Ji ber alozbûna rewşa Idlibê û kontrolkirina herêmên jêr destê komên girêdayî Tirkiyê ji aliyê rejîma Sûriyê ve, nakokiyên navbera Rûsya û Tirkiyê jî xwe dane der ku bi daxuyaniyên cuda xwe eşkere dikin.
Rêkeftinên Soçî û Astanayê yên li ser Sûriyê di navbera Rûsya û Tirkiyê de hatibûn kirin jî ketine xeteriyê ku herdu aliyên Rûs-Tirk hevdû tawanbar dikin, lê Tirkiyê bi taybet tenê rejîma Sûriyê tawanbar dike û naxwaze nakokiyên bi Rûsyayê re kûrtir bibin.
Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu îro li ser rewşa dawî ya Idlibê ragihand ku wê şandeke Rûsyayê serdana Tirkiyê bike û rewşa Idlibê bê gotûbêjkirin.
Çavuşoglu dibêje, “Rewşa giran a Idlibê berdewam e. Rejîmê êrîşê leşkerên me kir. Me car bi car zêdetir bersiva wan da. Em bi garantora rejîmê Rûsya re rewşê ji nû ve dinirxînin. Serokomarê me Erdogan û Pûtîn di hevdîtina dawî de hemfikir bûn. Li gorî agahiya bîstek berê sibe şandeke Rûsyayê tê Tirkiyeyê.”
Herwiha li aliyê din jî dewriyeyên hevbeş ên Rûs-Tirk jî êdî li Rojavayê Kurdistanê nayên kirin, ango hêzên Tirkiyê ji ber rewşa Idlibê naçin dewriyeyan.
Biryar bû doh li Bajarê Hesekê dewriyeyên hevbeş ya Rusî û Tirkî pêk were, lê ji ber rewşa li Idlibê aliyê Tirkiyê beşdar nebû û tenê hêzên Rûsî dewriye kirin.
Serokê Navenda Lihevkirina Aliyan yê li Sûriyeyê Yûriy Borenkov, derbarê mijarê de daxuyaniyek da û diyar kir ku polîsên Rûs bi tena serê xwe ev dewriye pêk anîn û got, polîsên wan dewriyeyên xwe li Kobanê jî didomînin û li gorî lihevkirina wan bi dewleta tirk re tevdigerin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin