Erdogan û sandeke rûsî ji bo hevdîtinên Îdlibê li Tirkiyeyê dicivin
PeyamaKurd - Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan berî serdana xwe ya Azerbeycanê pirsên rojnamevanan bersivandin. Erdogan got, “Bi Putîn re em bi awayekî payebilid diaxivin, nexşerêya xwe tesbît dikin û kêmasiyên xwe dinirxînin.”
5ê Adarê Erdogan û Pûtîn dicivin
Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan diyar kir heyeta Rûsyayê ji bo li ser Îdlibê biaxivin wê sibê were Tirkiyeyê û wiha pê da çû:
"Bi Putîn re em bi awayekî payebilid diaxivin, nexşerêya xwe tesbît dikin û kêmasiyên xwe dinirxînin. Dibe ku di 5ê Adarê da ez û Birêz Putîn bên bal hev. Rûsya bi her awayî piştgiriyê dide hêzên rejimê. Her çiqas înkar bikin jî me tesbît kiriye. Em ne mecbûr û mehkûmî vê têkoşînê ne."
2 serbazên Tirkiyê li Libyayê hatin kuştin
Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan kuştina 2 serbazên welatê xwe li Lîbyayê jî piştrast kir û diyar kir, hêzên opozisyona Sûriyê ku navê xwe ji Artêşa Azad veguheriye Artêşa Niştimanî ya Sûriyê (SMO), li Lîbyayê ne û tekez kir, ew vê yekê venaşêrin.
Tê çaverêkirin ku Erdogan 5ê Adarê li Stenbolê bi Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Putîn, Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron û Serokwezîra Almanyayê Angela Merkel re bicive.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin