Sêwirmendê Esad: Hevdîtinên Astanayê, ji bo neyeta Erdogan…
PeyamaKurd- Şêwirmendê Serokê Dewleta Suriyê Beşar Esad Abdulqadir Azuz ragihand ku hevdîtinên Astanayê ji bo neyeta Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan ji bo lêgerîna çareserî, têgihîştin û çareserkirina gelek pirsgirêkên girîng ên di navbera herdu welatan de ku dê bibe sedema vekişîna hêzên Tirkiyeyê, ceribandineke cidî ye.
Abdulqadir Azuz, di hevpeyvînekê de dilgiraniya Suriyeyê ya ji bo têkiliyên asayî yên bi Tirkiyeyê re ji ber ku giraniya wê ya siyasî ya stratejîk û erdnîgarî heye piştrast kir û got,
“Armanca me ew e ku têkiliyan ji nû ve saz bikin û nakokiyan bi rêyên aştiyane çareser bikin. Tiştê ku em dixwazin, bi prensîbên Neteweyên Yekbûyî (NY) yên nebikaranîna hêzê yan ne gefxwarina ji bo çareserkirina nakokiyan e. Ji ber vê yekê em daxwaza vekişîna hêzên Tirkiyeyê û rakirina encamên wê dikin."
Şêwirmendê Esad bal kişand ser ewlehiya neteweyî ya welatê xwe û got, “Şam bi qasî ewlehiya neteweyî ya Tirkiyeyê amade ye şerê terorê bike, lê divê ev yek li ser hesabê ewlehiya neteweyî ya Suriyeyê nebe.
Tiştê ku Enqere wekî rêxistineke terorîst dibîne, dibe ku bi ya ku Şamê dibîne re li hev neke. Ji ber vê yekê têkoşîna li dijî terorê, bi hemahengiya ewlekarî û siyasî û ne dayîna stargeh ji terorîstan re pêk tê."
Ajansa SANA ya nûçeyan ragihand ku di daxuyaniya dawî ya civînê de 'êrîşên berdewam ên Îsraîlê' yên li ser xaka Suriyeyê hatin şermezarkirin û ev yek wekî binpêkirina hiqûqa navneteweyî û serweriya welêt hat nirxandin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin