Hevdîtinên Astanayê yên 18emîn dê di Hezîranê de werin kirin
PeyamaKurd-Hevdîtinên Astanayê yên li ser mijara Sûriyeyê, dê îsal di navbera 14 û 16ê Hezîranê de werin kirin. Hat ragihandin ku dê hevdîtinên Astanayê, bi garantoriya Tirkiye, Rûsya û Îranê, li Kazakîstanê bên kirin.
Berdevkê Wezareta Karên Derve yê Kazakîstanê Aybek Smadiyarov ragihand ku di meha Hezîranê de hevdîtinên Astanayê yên ji bo çareseriya pirsgirêkên Sûriyeyê, li Kazakîstanê tên kirin. Hat ragihandin ku ji bo tevlîbûna welatan a statuya çavdêriyê were erêkirin, ji aliyê Wezareta Karên Derve ya Kazakîstanê ve pêvajo hatiye destpêkirin. Smadiyarov da zanîn ku hevdîtin dê di navbera 14 û 16 Heziranê de li paytexta Kazakîstanê ya Nûr Sultanê werin kirin.
Hevdîtinên Astanayê yên 17emîn, di 21 û 22yê Berfanbara 2021an de hatibûn kirin û li ser veguherîna girtiyan, serbestberdana dîlgiritiyan û lêgerîna wendahiyan guftûgo hatibûn kirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin