Dezgeha Dije Terora Iraqê kustina 3 terorîrstên DAISê ragihand

16 June 2022 09:35 0 dîtin
Dezgeha Dije Terora Iraqê kustina 3 terorîrstên DAISê ragihand

PeyamaKurd – Dezgeha Dije Terora Iraqê diyar kir, 3 terorîstên DAIŞê li sînorê parêzgeha Kerkûkê hatin kuştin.

Dezgeha Dije Terora Iraqê eşkere kir, bi biryara rasterast a Fermandarê Hêzên Çekdarî Mistefa Kazimî, ji bo berdewamiya paqijkirina hemû deverên Iraqê ji paşmahiyên çekdarên DAIŞê, di çarçoveya operasyonekê de 3 terorîstên DAIŞê hatin kuştin.

Di berdewamiyê de da zanîn, do Çarşemê 15ê Hezîrana 2022yan, li nahiya Serkelan a ser bi parêzgeha Kerkûkê, di encama bombebarana moşekî de, 3 terorîstên DAIŞê hatin kuştin.

Herî dawî Dije Terora Iraqê diyar kir, hêzên wan li çiyayên Mexmûrê jî ketine pêgeheke DAIŞê û di encamê de pasevanek kuştine û dest danîne ser gelek çek û teqmeniyên terorîstên DAIŞê.