Dije Terora Iraqê: Li Diyale, Kerkûk û Mûsilê 53 DAISî hatin kustin
PeyamaKurd – Dije Terora Iraqê ragihand ku ji destpêka sala 2022yan ve di encama operasyonên dijî DAIŞê de, 53 terorîstên DAIŞê hatine kuştin û 105 jî hatine desteserkirin.
Berdevkê Dije Terora Iraqê Sabah Numan, di civîneke rojnamevanî ya li Bexdayê de ragihand ku hêzên Iraqê ji destpêsa salê ve li parêzgehên Diyale, Kerkûk û Mûsilê 216 operasyon kirine.
Sabah Nûman herwiha eşkere kir ku di encama wan operasyonan de 54 DAIŞî hatine kuştin û 105 jî hatine desteserkirin.
Herwiha Berdevkê Dije Terora Iraqê da zanîn ku 116 stargehên DAIŞê jî hatine îmha kirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin