Li Kerkûkê ji aliyê Dije-Terora Iraqê serkirdeyekî DAISê hat kustin

17 October 2020 14:05 0 dîtin
Li Kerkûkê ji aliyê Dije-Terora Iraqê serkirdeyekî DAISê hat kustin

PeyamaKurd – Li Kerkûkê ji aliyê Dije-Terora Iraqê ve, xwekujekî serkirdeyê komeke rêxistina DAIŞê bû, hat kuştin.

Li gor Şeva din, 16ê Cotmeha 2020an dezgeha Dije-Terora Iraqê bi rêya Twitterê ragihand: “Hêzeke taybet a dezgeha Dije-Terorê di operasyonekê de serkirdeyeke xwekuj ê DAIŞê kuşt.”

Dije-Terora Iraqê destnîşan kir: “Ew xwekuj, kembereke bombekirî bi xwe ve girêdabû û di operasyoneke taybet de ku bi rêya helîkopterê ve hate encamdan, (tîma Dije-Terorê) ji helîkopterê daketiye xwarê li geliyê Şay ê parêzgeha Kerkûkê û qehremanên me karîn têkevin tunelê ku wî xwe veşartibû, wî bikujin.”

Di daxuyaniyê de li ser nasnameya xwekuj û herwiha dema encamdana operasyonê zanyarî nehatine belavkirin, lê hatiye eşkerekirin serkirdeyê DAIŞê di nav tunelekê de kembereke bombekirî bi xwe girêdaye.

Devera geliyê Şay ku operasyon li wê derê hatiye kirin, dikeve başûrê rojavayê Daqûqê, 40 kîlometre li başûrê bajarê Kerkûkê ye. Her çiqas gelek caran operasyon li wê deverê têne encamdan, lê hê jî hejmarek çekdarên DAIŞê li wê deverê mane.