Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî bi berdewamî alîkariya xelkê Rojava dike

12 December 2019 11:35 0 dîtin
Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî bi berdewamî alîkariya xelkê Rojava dike

 PeyamaKurd- Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî, li ser pêşkêşkirina alîkariyan bo xelkê Rojavayê Kurdistanê berdewam e. Serokê Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî Mûsa Ehmed got, dê alikariyên me bo Rojavayê Kurdistanê berdewam bin.

Piştî êrîşa li ser Serê Kanî û Girê Spî, heta niha dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî hezar ton alîkariyên însanî yên cur bi cur gihandine Rojavayê Kurdistanê.

Heya niha Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî 6 karwanên alîkariyên mirovî yên cur bi cur gihandin Rojavayê Kurdistanê. Karwanê yekem ê ku ji aliyê Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî ve bo Rojava hate şandin ji 323 hezar  û 420 kîlo pêk dihat ku 22 barhilgir bûn gihande Rojavayê Kurdistanê.

Karwanê duyem ji 19 hezar û 150 kîlo, karwanê sêyem 48 hezar û 500 kîlo, karwanê çarem 110 hezar kîlo, karwanê pêncem 150 hezar kîlo û karwanê şeşem ji 219 hezar û 220 kîloyan pêk dihat ku derbasî Rojavayê Kurdistanê hatin kirin û bi ser xelkê de hatin belavkirin.

Ev hemû alîkariyên ku piştî êrîşa Tirkiyê li ser Rojavayê Kurdistanê ji aliyê Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî ve têne pêşkêşkirin, di demekê de ye, ku ti rêxistineke navdewletî derbasî Rojavayê Kurdistanê nebûye û niha ji demê zêdetir koçberên Serê Kaniyê û Girê Spî pêwîstiya wan bi alîkariyan hene.