Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, alîkariyên li Efrînê berdewam dike

02 March 2023 17:06 0 dîtin
Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, alîkariyên li Efrînê berdewam dike

PeyamaKurd- Endamê Encûmena Niştimanî ya Kurd a Suriyeyê (ENKS) li Efrînê Ehmed Hesen, di derbarê rewşa niha ya deverê û alîkariyên Dezgeha Alîkariya Barzanî de daxuyaniyek da.

Piştî erdheja 6ê Sibatê ku navenda wê Mereş bû û li rojava, bakur, Suriye û Tirkiyeyê bû sedema wêraniyeke girseyî, gelek şêniyên herêma Efrînê bi taybetî jî navçeyên Cindires, Şiyê, Mabata û Racoyê zirar dîtin. 

Tîmên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, heta niha jî xebatên xwe yên alîkariyên mirovî li herêmê berdewam dikin.

Endamê ENKSê yê Efrînê Ehmed Hesen li ser rewşa dawî got, “Yekemîn rêxistina alîkariyê ku gihişt herêma Efrînê, Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî bû. Alîkarî di 10ê mehê de dest pê kir û heta niha hejmara kamyonên alîkariyê yên ku gihîştine herêma Efrînê, 44an. 

Her wiha derman, xwarin, şîrê zarokan, betanî, kon, doşek… Ango di alav û amûrên alîkariyê de her tişt heye. Ev alîkarî, li Efrînê û bejahiya Cindirêsê belav bûne. Ya rast di roja pêşîn de hin astengî hebûn lê niha tişt baş dimeşin, baş belav dibin. Gundên ku sazî digihîje wan û belav dike gelek kêfxweş in.”

Li gorî daxuyaniya Ehmed Hesen, di 28ê Sibatê de 521 sindoqên xwarinê û 85 sindoqên şîr li ser xelkê gundê Kora yê ser bi Cindiresê ve hatin belavkirin.

Hesen diyar kir ku hilgirtina barê vê rewşê zehmet e û got ku pêwîstî bi destwerdana Neteweyên Yekbûyî (NY) heye.