Ji Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî bo Rojavayê banga alîkariyên mirovî
PeyamaKurd - Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî bang li gelê Kurdistanê û dezgeh û saziyên mirovî yên cîhanê kir alîkariya xelkê sivîl yê Rojavayê Kurdistanê bikin ku ji ber şer û êrişên Tirkiyê koçber û mexdûr bûne.
Ev çar roj in artêşa Tirkiyê û komên girêdayî wê êrişeke berfireh li dijî Rojavayê Kurdistanê dane destpêkirin.
Heta niha gelek sivîlan canê xwe ji dest dane, bi dehan sivîl birîndar bûne û li gorî amarên NYyê herî kêm 100 hezar kes jî koçber û aware bûne, ew ên ku koçber jî bûne di rewşeke kambax de ne.
Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li ser rewşa mirovî ya xelkê sivîl yê Rojavayê Kurdistanê daxuyaniyek belav kir û ragihand, xelkê sivîl yê Rojava pêwîstî bi alîkariyên mirovî heye.
Dezgehê bang li hemû gelê Kurdistanê, sazî û dezgehên mirovî yên cîhanê jî kir alîkariyên xwe bi rêka Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî re bişînin Rojava.
Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî da zanîn ku ew amade ne alîkariyan bigihînin Rojava û daxwaz ji rêveberiya Rojava jî kir, asankarî bo tîmên wan bikin da ku bikaribin alîkariyan bigihînin xelkê Rojava.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin