Dezgeheka Nerwîcî 7 milyon dolar alîkarî da tenduristiya Duhokê
PeyamaKurd – Dezgeheka Nerwîcî ya bi navê MAG, bi qasî 7 milyon dolar alîkarî da tenduristiya Duhokê.
Berpirsê Giştî yê Tenduristiya Duhokê Dr. Efrasiyab Mûsa daye zanîn, dezgeheke Nerwîcî bi navê MAG bi kujma 7 milyon dolar derman û pêdiviyên tenduristiyê pêşkêşî Duhokê kir.
Dr. Efrasiyab Mûsa herwiha eşkere kir, di nav wan dermanên ku MAGê dan me, dermanên penceşêrê, nexweşiya şekir û nexweşiyên derûnî jî hene.
Berpirsê Giştî yê Tenduristiya Duhokê destnîşan kir, dezgeha MAG heta niha gelek caran alîkariya tenduristiya Duhokê kiriye û ev wê heta dawiya îsal berdewam be.
Dezgeha MAG, dezgeheka Nerwîcî ye û di warê tenduristî û pêdiviyên nojdariyê de kar dike. MAG di sala 2017an de hatiye Kurdistanê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin