Di 2 rojan de nêzî 900 kes ji Rojavayê Kurdistanê koçberî Duhokê bûn
PeyamaKurd – Li gorî zanyariyan di nav du rojên dawî de, ji ber xirabiya rewşa ewlehî û aboriyê, pêleke din a koçberiya welatiyên Rojavayê Kurdistanê ber bi Herêma Kurdistanê ve dest pê kiriye û nêzîkî 900 kes gihîştine kampa Berdereş a li parêzgeha Duhokê.
Rêveberên kampa Berdereşê eşkere kirin ku di du rojên borî de 880 koçberên Rojavayê Kurdistanê bi rêyên qaçax gihîştine kampa Berdereşê.
Herwiha hatiye diyarkirin ku ev hejmara koçberan, tenê yên ku gihîştine kampa Berdereşê ne û li gor zanyariyan hîn hejmareke din jî heye di rê de ne û negihîştine kampê.
Koçberên Rojavayê Kurdistanê dibêjin, ew ji ber xirabiya rewşa aborî û jiyanê neçar bûne dest ji cih û warê xwe berdin û berê xwe bidin Herêma Kurdistanê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin