Di 2021ê de 171 hezar turîstan serdana Çiyayê Nemrûdê kir

03 January 2022 01:09 0 dîtin
Di 2021ê de 171 hezar turîstan serdana Çiyayê Nemrûdê kir

PeyamaKurd – Çiyayê Nemrûdê yê dikeve ser navçeya Kolikê ya Semsûrê li Bakurê Kurdistanê, piştî rakirina tedbîrên koronayê careke din mêvandarî li bi sed hezaran tûrîstan kir.

Li gorî ragihandina Rêveberê Çand û Geştyariyê yê Semsûrê Ahmet Gunaydin, di nav sala 2021ê de, 171 hezar geştyaran serdana Çiyayê Nemrûdê kiriye ku ji sedî 10ê wan biyanî û ji sedî 90ê wan welatiyên ji Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bûne.

Rêveberê Çand û Geştyariyê yê Semsûrê herwiha gotiye: “Înşallah bo sala nû hedef 300 hezar geştyar e, dê 300 hezar geştyar bên bajarê me û serdana nirxên geştyarî bikin û wan bibînin û dê ji aliyê aborî ve bo kompanyayên geştyariyê pereyan qezenc bikin, dê bibe piştgiriyek. Em li Semsûrê ji bo pêşxistina sektora geştyariyê berdewam bi hevkarên xwe re di nava hevahengiyê de ne.”

Şûnwarê dîrokî yê Nemrûdê dîroka wê diçe heta berî zayînê sala 62an ku ji aliyê Qralê Komageneyê Antiochos Theos ve dest bi çêkirina wê hatiye kirin û di sala 1987an de jî di Lîsteya Mîrata Cihanî ya UNESCOyê de weke mîratekî cîhanî hatiye pejirandin.