Ji destpêka 2021ê ve 900 hezar gestiyaran serdana Hewlêrê kiriye
PeyamaKurd - Rêveberê Ragihandinê di Rêveberiya Geştûguzariyê ya Hewlêrê de Narîman Fazil ragihand, rojane nêzîkî 10 hezar geştiyar serdana parêzgeha Hewlêrê dikin ku ji destpêka sala 2021ê ve bi qasî 900 hezar turîstan serdana Hewlêrê kiriye.
Rêveberê Ragihandinê di Rêveberiya Geştûguzariyê ya Hewlêrê de Narîman Fazil eşkere kir, li gor bername û plana Rêveberiya Geştûguzariyê ya Hewlêrê, rojane hejmara geştiyarên serdana Hewlêrê dikin zêde dibin û bi hevkariya Rêveberiya Asayişê jî, hêsankarî ji bo hatina hejmareke mezintir tê kirin.
Narîman Fazil diyar kir, rojana ji 8 heta 10 hezar geştiyar serdana Hewlêrê dikin û tîmên wan bi berdewamî çavdêriya cihên geştiyariyê dikin, ji bo rêgirî li kêmasiyan bigirin û her çi haleteke nişkavayî rû bide jî çareser bikin.
Rêveberê Ragihandina Rêveberiya Geştûguzariyê ya Hewlêrê got, piştî sistkirina rêkarên koronayê, niha geştiyar bi awayekî zêde serdana Hewlêrê dikin û ji destpêka îsal nêzîkî 900 hezar geştiyar serdana Hewlêrê kirine.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin