Di apartmana ku roxiya de 14 kes mirin

09 July 2023 01:18 0 dîtin
Di apartmana ku roxiya de 14 kes mirin

PeyamaKurd – Li Brezîlyayê li eyaleta Pernambuco li bajarê Recife li taxa Jangayê apartmana 4 qat hilweşiya û di encamê de 14 kes mirin. Li eyaletê her çendîn barana zêde dibare jî nehat zanîn bê apartman çima hilweşiya. Bajarê Recife bajarekî li peravê deryayê ye û dibe ji barana zêde apartman bandorê girtibe.

Li ser mirina 14 kesan parêzgerê bajêr ji bo malbatên can dayiyan sersaxiyê xwest.