Di wexta ezmûnê de dibistan roxiya: 16 xwendevan mirin

12 July 2024 21:08 0 dîtin
Di wexta ezmûnê de dibistan roxiya: 16 xwendevan mirin

PeyamaKurd – Li  Nîjeryayê li eyaleta Plateauyê li devera Jos Northê di wexta ezmûnê de dibistan hilweşiya û di encamê de 16 xwendevan jiyana xwe ji dest dan. Li gor ragihandina ajansa rewşa lezgîn ya netewî; xebata lêgerînê û rizgarkirinê dewam dike.

Dibistana roxiyaye du qate di wexta sibê de hilweşiyaye. Di ragihandina ajansê de hat gotin:

“NEMA û dezgeyên din heya niha xebata lêgerîn û rizgarkirinê dewam dikin.”

Sedema roxandina dibistanê nehat ragihandin lê kesên li herêmê dijîn gotine ku 3 roje barana bi şid dibare û dibe sedema hilweşîna avahiyê baran be.

Li welatê Nîjeryayê ji ber rayedar karê avakirinê sist digrin, alaven baş bikar naynin û di avakirina avahiyan de îhmalkarî heye, bûyerên weha gelek caran dibin.