Îran li dibistanê keçikan jehrê dide xwendevanan
PeyamaKurd – Berê li Îranê asîtê davêtin ruyên hinek jinên servekirî û di demên dawiyê de bi xaza jehrê êrîş dikin. Van êrîşan weka ji bo jinan bidin helandin an pêşî li wan digrin tên kirin. Di serhildanên Jîna Emînî yên Îranê de temamê xwepêşandanan jin dikirin û zilam destekê didan wan.
Li Îranê 4 meh zêde ye ku goya kesên nasnameyên nediyar li seranserê Îranê bi xazên jehrê, jehrê davêjin dibistanên keçikan. Li gor ragihandina rêxistina mafên mirovan ya bi navê Commonwealth Human Rights Initiative (CHRI); di meha mijdara 2022da dest bi jehrkirinê kirine û heya niha 400 kesan bi jehrê xistine. Lê tê gotin ku ev jimar di ser hezarî de ye.
Xwendevanên jehrê dane wan, sinifên wan jinîşka de bi bêhna mandalîna û maddeyên paqijiyê tije dibe, di nefesa wan de tengasî çêdibe, xeriqandin, lihevketina mîdê (xela) û serêş di wan de çêdibe.
Dewleta Îranê di serî de înkar dikir lê niha dibêje ku nexweşîn heye. Di mijarê de yek carekî cîgirê wezîrê perwerdê Yunus Penahi behsa êrîşan kir û got ku hinek kes dixwazin dibistanên keçan bên girtin lê heya niha ti kes nehatiye girtin û ne jî cezakirin.
Wezîrê tenduristiyê Bahram Einollahi xwest di derveyê mijarê de bimîne û tevî berpirs ew e jî got ku ew nizane xaz ji ku derê hatiye û çavkaniya zanîna mijarê ne karê wî ye.
Herkes dizane ku di derveyê hêzên rejîmê de ti kes nikare karên weha bike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin