Di belavoka Koalîsyona li dijî ISID ê de: Tehdîd dewam dike
PeyamaKurd – Wezîrên karên derve yên endamê koalîsyona navdewletî ya li hemberê IŞİD ê piştî 2 salan li payîtexta Îtalya Romayê civiyan û civîna xwe rû bi rû kirin. Piştî civînê belavokekî hevpat belav kirin û di encamê de gotin ku tehdîda IŞİD ê dewam dike. Wezîrên kerên derve yên koalîsyonê li ser daxwaza wezîrê karên derve yê Amerîkayê Antony Blinken û wezîrê karên derve yê Îtalyayê Luigi Di Maio civiyan. Balê kişandin ser wê yekê ku bo IŞİD ê bi awayeka mayînde têkbibin, divê amadekirina şertan dewam bikin û bi yekdengî li ser mijarê bûn hemfikir.
Koalîyona navdewletî ya li hemberê IŞİD ê, li dora wê armancê gihane hev, bi berfirehî, bi koordinasyon û bi xebateka piralî xebat dewam bike. Di encamê de hat gotin ku divê sîvîl bên parastin û hûqûqa navdewletî bê bicîhkirin.
Dewletên weka Komara Orte ya Afrîkayê, Komara Demokratîk ya Kongo, Morîtanya û Yemen tevlî koalîsyonê bûn.
Wê koalisyon hevkariya xwe xwurt bike da bê garantîkirin ku IŞİD û tora rêxistinên din yên terorî, li ti derê dinyayê axê bidest nexin an li xelkê din yê dinyayê nikaribin tehdîdê bikin û mafên wan welat û xelkan garantî bikin.
Mijara Iraq û Sûriye
Har gotin ku heya niha ciyê ku IŞİD îşxal kiriye, di destê IŞİD ê de ax nemaye û weha got:
“Li Iraq û Sûriyê heya niha 8 mîlyon mirov azad bûne lê tehdîda IŞİD ê hêj dewam dike. Ger IŞİD ji nûh de dest bi tevgeran bike, bi taybetî li Iraq û Sûriyê li deverên ku hêzên koalîsyonê aktîv nînin, divê hêzên asayîşê şiyanên wan yên xistina hedefê an ji nûh de ku tora xwe ava bikin, pêdivî bi amadekarî û tevgerak bi koordîne heye.”
Di biryarnameyê de heye ku bo mesrefên xebatên navborî, budçeyekî wan heye û bo îstîqrarê temîn bikin, mesrefên wê jî di nav budçeyê de ye. Deskeka deverên ji IŞİD ê rizgarkirî û bo grûbên îdeolojîk yên şiddetê tevlî wê nebin û an nebin desthilatdar, divê bo deverên rizgarkirî destek bê dayîn.
Iraq, di şerê IŞİD ê de şiyanên xwe zêde kir
Di civînê de biryarê dan ku dahatên rêxistnê bên birîn, bi rêxistinên weka INTEREPOL ê re di derbarê terorîstan de agahiyan parvebikin, bi propagandeya IŞİD ê re têbikoşin, ber li bikaranîna wan ya medya civakî bigrin û zorê bidin ser IŞİD ê. Di belavokê de hat gotin ku:
“Bo Iraq li hemberê bermayiyên IŞİD ê karibe derê, bo nehêlana vejandina wê, hêzên asayîşa Iraqê şiyanên xwe li hemberê IŞİD ê zêde kirine. Divê li ser IŞİD ê zora operasyonel zêde bêkirin, hevkarî bê xwurtkirin û tedbîrên heyatî bikevin pratîkê. Koalîsyona li hemberê IŞİD ê li ser daxwaza hukumeta Iraqê li wê derê ye û xebatên xwe di çarçoveya yekîtiya axa Iraqê de û hukumraniya wê de dike. Em êrîşên ser hêzên koalîsyonê şermezar dikin.”
"Bo çareseriya siyasî ya Sûriyê em li cem xelkê Sûriye ne"
Wezîrên civînê, bexteweriya xwe bo şêwirmendî, perwerde, firehkirina şiyanan ya li Iraqê ragihandin û van kiryaran bi riza rêvebiriya Iraqê dewam dikin. Endamên koalîsyonê kêfxweşiya xwe bo desteka YA yê bo Iraqê ragihandin.
Di encamnamê de, di derbarê Sûriyê de, destekê didin xelkê Sûriyê û di dawa Sûriyê de, di çarçoveya biryara Konseya Ewlehiyê ya NY jimare 2254 ê de, destekê didin çareseriya siyasî ya Sûriyê.
Koalîsyon li deverên rizgarkirî girîngiyê dide tijekirina valahiyên di babetên îstîqrarî, aborî û asayîşî.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin