Kurdistan û koalîsyona hevpeyman li dijî ISID ê peyama hevpar dan
PeyamaKurd- Wezîrê karên hundir yê Herêma Kurdistanê Rêber Ahmed, cîgirê fermandarê hêzên koalîsyonê yên li Iraq û Sûriyê general Kevin Copsey û heyeta pêre qebûl kir. Di hevdîtinê de behsa rewşa ewlekariyê û siyasî ya Herêma Kurdistanê û Iraqê hat kirin. Behsa li dijî terorê, hevkariya bi pêşmerge re û girîngiya dewama perwerda Pêşmerge hat kirin.
Di hevdîtinê de operasyonên ku li dijî grûbên terorîst tên kirin, di operasyonan de hevkarî û koordînasyona navbera hêzên koalîsyonê û Pêşmerge bi serbilindî hat kirin.
Her dû teref behsa zêdebûna tevgerên terorîstî yên li deverên Kurdistanê yên ku di derveyê rêvebiriya herêma Kurdistanê de ne hat kirin û li wan deveran İŞİD tehdîda xwe dide dewam kirin û divê li hemberê wan koordînasyona her dû terefan dewam bike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin