Fermandarê Hevpeymaniyê: Me li Kurdistanê li dijî êrîsên dronan komek ava kir

10 July 2021 12:00 0 dîtin
Fermandarê Hevpeymaniyê: Me li Kurdistanê li dijî êrîsên dronan komek ava kir

PeyamaKurd - Fermandarê Navenda Hemahengiya Hevbeş a Hevpeymaniya Navdewletî ya dijî DAIŞê yê li Herêma Kurdistanê David William, derbarê êrîşên moşekî û dronan axivî û diyar kir: “Me li Herêma Kurdistanê li dijî êrîşên dronan komek ava kir.”

David William ji K24 re li ser sîstema berevanî ya li Herêma Kurdistanê da zanîn: “Hinek sîstemên me yên berevaniyê li binkeyên me yên serbazî yên li Herêma Kurdistanê li dijî êrîşên dronan hene û em ligel hêzên ewlehiyê yên Herêma Kurdistanê, ji bo nehiştina wan êrîşan hemû hewldanan didin, bi awayekî ku eger pêwîst bike, beriya êrîş were encamdan, em rûbirûyî wan bibin.”

Li ser pirsa "Gelo çima Hewlêr dibe armanca êrîşan?", David William destnîşan kir: “Bi rastî ew êrîşî her kesî dikin, ne tenê li Hewlêrê, li hemû Iraqê êrîş dikin, lê belê ew dixwazin bi rêya van êrîşan zextê li Hikûmeta Herêma Kurdistanê dikin, da ku vê hevpeymaniya 30 salî ya Amerîkayê ya ligel Herêma Kurdistanê têk bibin. Ew dizanin em birayên hev in, em bi hev re kar dikin û pêwendiyeke me ya baş ligel hev heye û piraniya xelkê Kurdistanê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê dixwaze em li vir bimînin, lê bila bawer bikin, ew nikarin bi çend moşek û dronan, vê pêwendiyê têk bidin.”

Fermandarê Navenda Hemahengiya Hevbeş a Hêzên Hevpeymanan li ser aliyê berpirsê van êrîşan eşkere kir, komên milîs li paş van êrîşan in û tekez kir ku bersiva li hember van êrîşan ji aliyê Washingtonê ve tê dayîn û mafê wan tenê ew e ku berevaniya xwe bikin û destnîşan kir: “Ji hefteya borî heta niha 11 êrîş li ser me hatine kirin, lê me tenê berevaniya xwe kir.”

Li ser hevkariyên Hevpeymaniya Navdewletî ya ji bo hêzên Pêşmerge, David William da zanîn, hevkariyên wan ji bo Pêşmergeyê Kurdistanê didomin.