Di betlaneya cejnê de li 33 bajaran 50 kesan jiyana xwe ji dest daye

15 August 2019 11:46 0 dîtin
Di betlaneya cejnê de li 33 bajaran 50 kesan jiyana xwe ji dest daye

PeyamaKurd – Wezareta Karûbarên Navxweyî ya Tirkiyê ragihand ku di maweyê 5 rojan de li 33 bajaran 50 kesan di bûyerên trafîkê de jiyana xwe ji dest daye.

Wezareta Karûbarên Navxweyî bi daxuyaniyeke nivîskî hejmara kesên ku di cejna Qurbanê de di 10-14ê Tebaxê de di rûdanên trafîkê de canê xwe ji dest daye, eşkere kir.

Li gorî amarên wezaretê di maweyê 5 rojan de li 33 bajaran 50 kesan ji qezayên trafîkê  jiyana xwe ji dest daye.