Di 2 rojên cejnê de 16 kesan jiyana xwe ji dest dan
PeyamaKurd – Wezîrê Karên Hundir ê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya ragihand ku di qezayên trafîkê yên 2 rojên ewil ên betlaneya Qurbanê de 16 kes mirin.
Wezîr Yerlikaya di daxuyaniya xwe ya li ser hesabê xwe yê medyaya civakî da diyar kir ku ekîbên trafîkê yên Polîs û Jendermeyan ji bo ewlehiya welatiyan tedbîrên pêwîst girtine û bi hesasiyeteke mezin kontrol dewam dikin.
Yerlîkaya diyar kir ku di 16ê Hezîranê roja yekşemê di roja duyemîn a cejnê de di nava 24 saetan da 726 qezayên trafîkê qewimîn û da zanîn ku di van qezayan de 11 kes mirin û 1295 kes jî birîndar bûn.
Yerlîkaya diyar kir ku ekîban 289 hezar û 700 wesayit teftîş kirine û destnîşan kir ku 18 hezar û 889 wesayit ji kontrola lez û radarê, 17 hezar û 227 wesayit jî di prosedurên din da hatine kontrolkirin.
Yerlikaya ji welatiyan xwest ku rêzikên trafîkê bişopînin û wiha got:
"Mixabin di 2 rojên ewil ên betlaneya cejnê de (şemî û yekşem) 16 kesan jiyana xwe ji dest dan, 2 hezar û 716 kes jî birîndar bûn. Ji welatiyên me yên ku jiyana xwe ji dest dane rehma Xwedê û ji birîndarên me re jî şifaya xêrê dixwazim. Ji kerema xwe zêde lezê nekin, hem di wesayitên xwe de hem jî di otobusan de kemberên ewlehiyê girêdin."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin