Di bin kontrola Îsraîlê de 5 TIR derman birin Xezzayê
PeyamaKurd – Li gor ragihandina çapemeniya Îsraîlê; 5 TIR ên ku derman di wan de bûn, derbaskirin ji bo Xezzayê. Teslîmkirina dermanan, di çarçova peymana bi navbeynkariya Qatarê hat kirin.
Rojnama Îsraîlê ya bi navê Yedioth Ahronothê ragihand ku piştî artêşa Îsraîlê li deriyê Kerem Ebû Salimê kontrola TIRan kiriye, di peyde TIR derbasî deriyê Misrê yê Refahê bûne û çûne Xezzayê.
Di xeberê de behsa peymana bi navbeynkariya Qatarê dike ku di çarçova wê peymanê de, derman gihane Xezzayê lê heya niha Hamas an Îsraîlê di mijarê de ti agahî nedane.
Qatarê duhî ragihandibû ku derman bi bedêla guhertina esîran dê derbasî Xezzayê bibin. Li gor Îsraîlê niha di destê Hamasê de 136 dîlên Îsraîlê hene.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin