Di Çemê Dîcleyê de 3 ciwan fetisîn

05 June 2022 19:21 0 dîtin
Di Çemê Dîcleyê de 3 ciwan fetisîn

PeyamaKurd-Îro, li Gundê Kehbî yê ser bi navçeya Sûrê ya Diyarbekirê ve 3 ciwanên ku xwendekarên dibistana amadehiyê bûn, di ava Çemê Dîcleyê de fetisîn.

Îro li Diyarbekirê, li Gundê Kehbî 3 ciwanên ku hîn xwendekarên dibistana amadehiyê bûn, di nav Çemê Dîcleyê de fetisîn. Hat zanîn ku ev ciwan, xwendekarên Dibistana Amadehiyê ya Valî Aydin bûne. Xelkê herêmê ragihand ku heta tîmên hawarçûnê hatine cihê bûyerê, welatiyan termên ciwanan bi derfetên xwe derxistine. Hat ragihandin ku ji van xwendekaran yek jê ji Nisêbînê, yek ji Mêrdînê û yek jî ji navçeya Farqînê ya Diyarbekirê bûye û ji bo xwendinê hatine Diyarbekirê.