Di depoya petrolê de sewat derket: 14 kes mirin

03 March 2023 23:29 0 dîtin
Di depoya petrolê de sewat derket: 14 kes mirin

PeyamaKurd – Li Endonezyayê li payîtext Cakartayê di depoya petrolê de şewat derket û 14 kes mirin. Rêvebirên Îtfaiya Cakarta bakûr ragihandin ku di depoya aîdê şîrketa petrolê ya Pertaminayê de, li gor wextê wê derê; siet di 20.00an de agir vêketiye.

Rêvebir ragihandin ku ji bo agir vemirînin, ji 50 yan zêdetir tîman şandine û bi dehan kes birîndar bûne. Agir li der û dor belave bûye û ji bo tedbir, kesên li der û dorê hatine tehliyekirin.