Sewata di tesîsa petrolê ya Erbetê de 15 seete dewam dike: 2 kes mirin

26 October 2023 01:08 0 dîtin
Sewata di tesîsa petrolê ya Erbetê de 15 seete dewam dike: 2 kes mirin

PeyamaKurd – Li Herêma Kurdistanê li bajarê Silêmaniyê li navça Erbetê di tesîsa petrolê de 15 seete ku şewat heye, heya niha 2 kes mirine û dûmana agir 100 metre bilind bûye.

Di tesîsa petrolê de 3.500 ton petrola xam û 4.000 ton bîtumîna avî heye. Di dema tanker barê xwe vala dikir, agir bi rafîneriyê ketiye.

Li gor şahidên bûyerê; di wexta ku ji tankêrê asfaltê vala dikirin de, ji bo baş vala bibe, bi agir germ kirine û bûye sedema teqînê. Di teqînê de Muxaffer Nebî (31) ku li ser nûfûsa Erbîlê ye û Semir Reşîdê (43) ku li ser nûfûsa Badereş a Duhokê ye can dane.

Karkerê Rojavayê Kurdistanê Îdrîs Selahaddîn (50) giran û Hawser Yusuf jî sivik birîndar bûn.

Bi sedema teqîn û şewatê zerara maddî jî li dora 7 mîlyon dolariye.